Ehmed Şera birayê xwe kir Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyê

.

Hate ragihandin ku Serok Qonaxa Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, birayê xwe Dr. Mahîr Şera ku wekî wezîrê tenduristiyê jî destnîşan kiribû, wekî Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyê erkdar kir.

Jêderên Sûrî îro 6ê Nîsanê ragihandine Dr. Mahir El-Şera weke Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyê hat destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye, Mahîr Şera weke wezîrê tenduristiyê di hikûmeta veguhêz de piştî ketina Esed hatibû destnîşankirin.

Bi destnîşankirina weke Sekreterê Giştî yê Serokatiyê re, rexne li serokê Sûriyê hatin kirin ku malbat û kesûkarên xwe di pileyên bilind de erkdar dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle