Efserekî pilebilindê îstixbarata Îranê hat kuştin

.

 Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama pevçûna bi xwepêşanderên re, efserekî pilebilindê îstixbaratê yê girêdayî Supaya Pasdarên Îranê hatiye kuştin.

Li navçeya Sehne ya bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera xwepêşanderan û pasdarên Îranê de şer û pevçûn derket.

Hat diyarkirin ku di pevçûnê de Nadir Beyramî yê ku li Sehne berpirsê îstixbarata Supaya Pasdarên Îranê bû hat kuştin.

Li aliyê din, saziyên fermî yên Îranê ragihandin, di xwepêşandanên şeva borî de li bajarên Meşhed, Sine û Bokanê, 5 berpirsên leşkerî ku di nav wan de efserekî pilebilind jî hebû, hatin kuştin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye