Efrîn: Roj bi roj Ereb û Tirkmenên hawirde zêdetir dibin

.

Dîmenên kamp, komelgeh û konên Ereb û Tirkmenên hawirde yên ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne hatin belavkirin.

Dîmen ji devera di navbera gundên Birc, Xezêwî û Şadêrê de yên li başûrê bajarê Efrînê ne û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin.

Zêdebûna hejmara komelgeh û kampên Ereb û Tirkmenên hawirde, mijara podcasta Çavê Sêyem a vê hefteyê bû.

“Kamp ji 600 malbatî re tê çêkirin”

Yasanas û siyasetmedar Ednan Mûrad Mistefayê ku mêvanê podcasta Çavê Sêyem bû li ser çêkirina kampan got:

“JKamp i 600 malbatî re tê çêkirin. Sibe ji 600î wê bibe hezar û wê bibe 2 hezar.”

Tenê li nahyeya Mabatayê ya Efrînê 10 kampên Ereb û Tirkmenên hawirde hene.

Ji wan kampan 8 ên fermî ne û 805 malbat di wan kampan de hatine bicihkirin.

2 kampên din jî li devereke Mabatayê hene lê ew nefermî ne û 70 malbat di her du kampan de bicihkirî ne.

Mêvanê podcasta Çavê Sêyem destnîşan kir ku 500-600 hezar Erebên hawirde li Efrînê di mal, kamp û komelgehan de hatine bicihkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle