Efrîn: Polîsê serbazî 15 hezar dolar ji bo berdana 4 girtiyên Kurd xwest

.

 Li Efrînê Polîsê serbazî ser bi Tirkiye 15 hezar dolar li ser 4 girtiyên Kurd ferz kir daku bên azadkirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), li Efrînê Polîsê serbazî ser bi Tirkiye 15 hezar dolar li ser 4 girtiyên Kurd ferz kir da ku bên azadkirin, ku di 28ê Adara borî de dema ji navçeya Şehbayê derbasî Efrînê bûbûn û li ser xaleke kontrolê ya polîsê serbazî hatibûn girtin.

Ji aliyê xwe ve, grûpa Ehrar el-Şerqiye ser bi Tirkiye welatiyekî Kurd ji navçeya Raco ya Efrînê azad kirin, piştî keşkarên wî 11 hezar dolar fidye bo azadkirina wî dabûn wan.

Hevdem, li Efrînê polîsê serbazî ser bi Tirkiye 3 welatî bi tohmeta rojînebûnê girtin lê piştî 3 rojan bi dayîna 200 dolaran hatin azadkirin.

Kurdistan Haberleri

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?
Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir