EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin

.

Komîteya Aboriyê ya Bakurê Sûriyeyê, bi armanca vegerandina mal û milkên welatiyên Efrînê yên ku komên çekdar dest danîne serê, li herêmê dest bi karê xwe kir.

Komîteyê ofîseke taybet ji bo wergirtina gilî û belgeyên welatiyan vekiriye.

Li gorî daxuyaniya Berpirsê Komîteyê Ehmed Îmam, armanca wan a sereke "vegerandina mafan li xwediyên wan" e.

"Welatî belgeyên xwe tînin ku mulkdariya wan îsbat dikin"

Îmam derbarê mekanîzmaya karê xwe de wiha got: "Em niha li Efrînê ne.

Me ofîseke giliyan vekiriye da ku welatî giliyan pêşkêş bikin û daxwaza mafên xwe bikin.

Welatî belgeyên xwe tînin ku mulkdariya wan îsbat dikin.

Piştî ku ofîsa giliyan belgeyan amade dike, ew ji bo Ofîsa Cîbicîkar a Ewlehiya Giştî û Ewlehiya Leşkerî tên şandin.

Niha jî ew rûpîvanê ji bo wan aqaran dikin ku hin grûpan dest danîne ser."

Bi destpêkirina karê komîteyê re, hejmarek welatiyên ku nû vegeriyane Efrînê û heta niha milkên xwe wernegirtine, serdana ofîsa giliyan kirin û belgeyên xwe pêşkêş kirin.

"Em hêvî dikin ku xelk hemû mafên xwe wergire"

Welatiyekî ku serdana navendê kiribû kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

"Em xelkê Efrînê ne û ji 2018an ve li vir in. Em hatine daxwaza mafê xwe dikin.

Xwedê xêra wan mezin bike, bi şêweyekî pir baş pêşwaziyê li me dikin.

Em hêvî dikin ku xelk hemû mafên xwe wergire."

Ev pêngav di demekê de tê ku pirsgirêka desteserkirina mal û milkan weke yek ji arîşeyên herî mezin li pêşiya welatiyên vegeriyayî dimîne.

"Efrînê ji her herêmeke Sûriyeyê bêhtir êş dîtiye"

Roja Sêşemê, Birêveberê Herêma Efrînê Mesûd Betal, di hevdîtinekê de ligel hejmarek welatiyên kurd ên ku ji koçberiyê vegeriyane, li gilî û gazincên wan guhdarî kir

 Mesûd Betal got ku "Efrînê ji her herêmeke Sûriyeyê bêhtir êş dîtiye."

Lê belê, hin welatiyên ku beşdarî wê civînê bûbûn diyar kir ku wan beriya niha jî çendîn caran gilî kirine û daxwaza milkên xwe kirine lê heta niha ti encamek erênî bi dest nexistine û mafên wan nehatine vegerandin.

Kurdistan Haberleri

MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın seredana Herêma Kurdistanê kir
"Hikûmeta Iraqê di çareserkirina pirsgirêkan de ne cidî ye"