Efrîn: Grûpên çekdar hesin û stûnên pireke dîrokî vedikin û li bazarê difiroşin

.

Hesin û stûnên pira dîrokî ya Heşargê li Çiyayê Kurmênc li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye ku hejmareke çekdar ji endamên grûpa Firqeya 9 a girêdayî Tirkiyê, Text, hesin û stûnên pira xeta trênê li Raco ku bi Heşargê tê naskirin, li devera Meydana a Reco vekirin û li bazarên Efrînê weke parçe difroşin.

Xeta Trênê ya bilez girîngiyeke xwe ya taybet hebû û di salên 1911 destpê kiriye û 1913 temam bûye. Dirêjahiya wê pirê 450 metr bû û bilindahiya wê 95 metro bûn.

Pira Heşargê weke semboleke herêma Efrînê tê naskirin û bi rêya Efrînê Tirkiyê bi welatên Ereb ve girê dide.

Li Efrînê binpêkirinên grûpên çekdar

Rêxistina mafê mirovan ya Efrîn Sûriyê ragihand ku  grupên çekdar di  destdanîna ser mal û milkê kurdan berdewam in û konên xwe li malên kurdan vedidin û li aliyekî din binpêkirinên din yên weke birîna daran jî berdewam e.

Rêxistina mafê mirovan ya Efrîn Sûriyê  di daxuyaniyekê de  dibêje ku hejmareke ji erebên hawirde li gundê Axcele yê ser bi Cindirêsê ve, konên xwe di amala welatiyê bi navê Mihemed Hemed Hisên Omer de danîne, herwiha çend konên din li malên kurdên heman gundî bi darê zorê hatine vedan.

Berpirsê ofîsa darayî di grupa Hemzat li Basûtê, Sibhî Bekûr biryara destdanîna ser malên kesên koçberkirî da û ew zevî dê li ser cotkaran bê belavkirin bi awayekî ku sûda wê 55 ji sedî ji bo serkirdeyên grûpê û ofîsa abûrî de û 45 ji sedî jî bo kesên weberhênanê.

Çekdarên Hemzat 97 darên zeytûnan yên welatiyên Kurd li nahyeyên Şera û Cindirêsê birîn.

65 darên zeytpnan li nêzîkî çemê Efrînê li gundê Betê birîn ku yê welatiyê bi navê Hisnî Arif Elî xelkê gundê Quçmanê ye. 32 darên zeytûnan li nêzîkî gundê Qîbatê hatine birîn ku yê welatiya bi navê Cemîle Arif e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan