Efrîn: Grûpên çekdar Girê Kitix ê şûnwarî têk dan

.

Girê Kitix ê şûnwarî yê di navbera bajarê Efrîn û bajarokê Racoyê Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve hat têkdan û talankirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve Girê Kitix ê şûnwarî yê di navbera bajarê Efrîn û bajarokê Racoyê de têkdan û ew der talan kirine.

Grûpên çekdar her wiha bi dehan dar jî li derdora wê şûnwarê birrîne ku di sala 1981an de ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê ve hatiye tomarkirin.

31ê Gulana borî jî, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve pêgehê şûnwarî Til Qere yê nêzîkî bajarokê Cindirêsê têkdabûn û talan kiribûn, her wiha ew jî di sala 1981an de ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê hatiye tomarkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle