Efrîn - Grûpên çekdar 5 welatiyên Kurd girtin

.

 Li gundê Badenlî yê ser bi navçeya Raco ya Efrînê ve, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xwser 3 welatiyên Kurd girtin, hevdem li gundê Qerzîhil ê navçeya Şêrewe ya Efrînê, polîsên serbazî yênser bi Tirkiye ve welatiyekî Kurd bi heman tohmetê girtin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên grûpên çekdar ser bi Trikiye li Efrînê, li gundê Badenlî ser bi navçeya Raco ya Efrînê, polîsên serbazî ser bi Tirkiye 3 welatiyên Kurd bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xwser girtin.

Her wiha li gundê Qerzîhil ê navçeya Şêrewe ya Efrînê ve, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye welatiyekî Kurd bi heman tohmetê girtin, di dema fermandarekî grûpa el-Hemze ya ser bi Tirkiye ve daxwaza 4 hezar dolar wek bertîlê jê kiribû, lê welatiyê Kurd ew bo vê yekê hetka wî anîbû, lewra ew destser kir.

17ê Temûzê jî, polîsên serbazî yên ser bi Trikiye ve welatiyekî Kurd li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xweser girtibûn, hevdem welatiyekî Kurd li navçeya Şiyê ya Efrînê bi heman tohmetê desteser kribûn ev jî bi armanca kesûkarên wan fidye bo azadkirina wan bidin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle