Efrîn di bin dagîrkeriyê de (279)

Mirina hemwelatiyekî ji kerba re, lêxistina xwendekarekî bi kêran, birîndakirina keçekê, girtinine bêsûcane, qutkirina darine zeytûnê, û pevçûnin li “Çadirgeha/Kampa Mehmediyê”

Ji bilî binpêkirin û tewanên têvel ên ku bi şêwakî fere û rêbazkirî di dermafê herêmê û xelkê wê de pêk tên, li ser bingeheke nijadperstî û bi sedema gotara kîndariyê ya di nav anîndeyan û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de belavkirî, pozquretî û dijayetiyên rojane -nayêne jimartin- li dijî Kurdan -nişteciyên resen û yên ji hemî çek û alavên berevaniyê bêpar/mehrûm- têne kirin, û piraniya wan rûdan û dijayetiyan aşkere nabin û nayêne belgekirin, bi sedema ferzkirina qedexekirina ragîhandinê li ser herêmê û tirsa yên ku dijayetiya wan hatiye kirin û herweha merivên wan ên li derve ji dengkirina li ser zordariyên ku digihêjine wan, da ku xwe ji dijatiyên zêdetir biparêzin û xwe ji sezakirinên sertir bidin yal.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Mirina Hemwelatiyekî Kurd ji Qehra re:

Piştî nîvro roja Yekşemê 11.02.2024an. Z, li dema ku Hemwelatî “Cemal Mihemed Hemo – zayîn 1970″ – Gundê “Çê” tevî birayê xwe û sê kurên xwîşka xwe gihîşte nav zeviyeke xwe ye nêzîk Gundê “Gobekê” – Navça Mabeta, bi qutkirina darên zeytûnê nişkebû/hesiya, û ji du mêrên anîndeyên Gundewarê “Hemê” yên li wir pirsa yên weha kirine kir, lê wan bi tundûtûjî lê vegerand û bi qîreqîra merivine xwe (dora 15 kesan li çadirgeha “Avrazê” yê nêzîkî zeviyê rûdinin) anîndindan, bi ço û keviran êriş ser her pêncan kirin, pêya/piya yekî şikandin û govdeyên ên din jî derizandin û êşandin, û piştî dijîkirinê bi dora bîst kêlîkan û vegera yên dijayetiya wan hatiye kirin G. “Gobekê”, “Cemal” ji qehra û fişara ku hatiye ser re bi seknexwînê ket, û di encamê de di cih de mir, û birina wî bo nexweşxaneyeke Efrînê sûde lê nekir; Û li roja din termê wî di goristana gund de hate binaxkirin.

Were bîranîn ku yên dijayetî li ser wan hatiye kirin û nejî xwediyên ê vêguneh/bêsûc miriye tu gilî yan doz dijî dijberan li ba Destlatên dagîrkeriyê yan jî Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” (yên ku gund desteser dikin û biryargeheke wan e rêvebirinê lê heye) venekirin, ji tirsa ku rewş pîstir bibe û rastî tewanên qirêjtir netên. Û wan aliyên destlatdar jî tu lêkolîn li ser bûyerê çênekirin.

= Lêdana xwendekarekî Kurd bi kêran:

Li 25.02.2024an. Z, li dibistana navendî li Bajaroka Mabeta, di dema kar a fermî de, çar xwendekaran -me nikanî navên wan bi dest bixistana- ji zaroyên anîndeyên herdu Gundewarên “Heleb û Hemê” bi armanca kuştinê bi lêdan û kêran -yek jê sungiya çekan bû- li hevalê xwe yê pola yazdehan xwendekarê Kurd “Şiyar Ibrahîm Umer /17/sal” ji xelkê Gundê “Qenterê” yê hevcîwar xistin, di encamê de bi kûranî birîndar bû, paşê rakirin nexweşxana “Amenos” li Efrînê û xistin lêsekirina guvaştî/înayê muşededê, ta ku jiyana wî rizgar kirin û ji mirinê filitandin, û ta niha di nivînan de ye; Herweha wê giropa bi bedbûn û pîsîtiyê naskirî li mamostekî (ye ku hewil daye ku yê dijayetî li ser hatiye kirin rizgar bike) û xwendekarekî din – hevalê “Şiyêr”- xistin.

Û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” rabûn ewên dijayetî kirine girtin, û bi ser de jî çar Xwendekarên Kurd (yek jê “Ferhad Henîf Mihemed” ji G. “Qenterê” û sisê “Gîvara Ibrahîm Mihemed, Mihemed Elî Cimkî kurê Hisên, Mihemed Ridwan Mistefa” ji Gundê “Ereba” yê hevcîwar), da ku lêkolînkirinê yanbadin, dozê şebeq/tevlihev bikin, û tewanê li ser ên kiryar kirine sivik bikin.

= Birîndarbûna hemwelatiyeke Kurd:

Li êvara 29.02.2024an. Z, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê û Milîseyên Sûrî yên bi ser ve ji Gundê “Soxanekê” – Çiyayê Lêlûn re (yê ku di bin desteseriya Artêşa Sûrî de), perçe hesinin li zikê Keça Kurd “Emîne Hikmet Mihemed /19/sal” -di hundir mala wê de- ketin; Herweha du endamên Artêşa Sûrî jî bi têvelî birîndar bûn, bi ser de jî ziyan gihîşte malina.

= Girtinine bêsûcane:

– Li vê dawiyê dadgeheke Turkiyê li Stanbûlê cezakirina şeş sal hepis da Hemwelatî “Şêxmûs Xelîl Îsma’îl /30/sal” ji Gundê “Penêreka” – Navça Reco, bi tewanbariya/tuhmeta endamtiyê ji hêzên Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, ji berî dagîrkirina Efrînê; Were zanîn ku ew li 02.10.2023an. Z ji ciyê rûniştina wî li gel dê û bav û malbata wî li Istanbûlê hate girtin, û xwediyên wî jî ji sala 2013an ve li wir rûniştine.

Û destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

– Li 15.02.2024an. Z, Hemwelatî “Ehmed Umer Silêman /52/sal û kurê wî Mistefa /26/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji mala wan li Taxa “Efrîna Kevin”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, û dest danîn ser dora /2.5/ zêr ji dîkana wan (Cewherên Silêmên), bi tuhmetên çêkirî, û piştî du heftan ji girtina bêsûc ew berdan.

– Li 15.02.2024an. Z, Hemwelatî “Zehîde Hemze Emîn /70/sal, Mehmûd Elûş /85/sal, Hesen Sebrî /60/sal, Şêx Mihemed Şêxo /75/sal, Silêman Xelo /80/sal, Ezet Xelo /65/sal, Ehmed Xelo /80/sal, Mihemed Oso /70/sal, Ehmed Mihemed Oso /36/sal” ji xelkê Gundê “Axcelê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tewambariya têkeliyê bi (RX) a berê re, û heyşt jê berdan piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî -hezar Dolar Emrîkî- li ser her yekî ji wan, ji bilî “Ehmed Mihemed Oso” yê ku ta niha bêsûcane girtî ye; Û bê bîranîn jî ku piraniya wan berê jî carekê hatine girtin.

– Li navîna Reşmehê/Sibatê 2024an. Z, Hemwelatî “Edîle Ebdo Hemadê /65/sal” jinebiya Dilovanber “Reşîd Heyder” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û piştî rojekê hate berdan, bi merca dandina baceyeke diravî /400/Dolar Emrîkî; Û berê jî ew rojekê rastî bendkirin û baceyeke qaserî /500/ Dolar hatibû û bi heman tuhmetê, bi ser ku ew pir perîşan e û li ser alîkariyan dijî.

– Li 19.02.2024an. Z, Hemwelatî “Idrîs Mihemed Bekir /47/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jêrin” û “Rif’et Mihemed Elî Reşît /50/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jorin”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re.

– Li 25.02.2024an. Z, Hemwelatî “Ebid El’rehman Ke’irik/karik /50/sal” ji xelkê Gundê “Bilêlko” – N. Reco û li Bajaroka Reco jî rûdine, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, li dema seredana wî ji navenda asayêşê re, da ku lawê xwe “Hemîd /25/sal” (ê li 21.02.2024an. Z bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re hatiye girtin) bibîne, û herdu jî ta niha bêsûcane girtî ne; Û berê jî “Îlham Ebid El’rehman Silêman – hevjîna Ebid El’rehman” du mehan -di navêna Avdar û Gulana 2022an. Z de- girtin, û piştî ferzkirina baceyekê li ser hate berdan.

= Qutkirina darên zeytûnê:

Li 05.02.2024an. Z, Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê” rabûn heyşt darên zeytûnê ji zeviyeke Hemwelatî “Isma’îl Misto” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” qut kirin, bi armanca êzinigkirin û bazirganiyê.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 25.02.2024an. Z, û di encama nelihevkirinê de, li ser destdanîna ser erdê kesekî koçber ji nişteciyên resen li nêzîk Gundê “Mehmediyê” – Navça Cindirêsê, pevçûnek û avêtina qurşînan di navbera du giropên anîndeyên li “Çadirgeha/kampa Mehmediyê” rûniştî de çêbûn, ew herdu girop jî endamên Milseyên “Ceyş El’nesir” û “Nûr El’dîn Zenkî” ne, û di encamê de û ji herdu aliyan hin hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Di siya tunebûna ewlehiyê û zagonê û filtandina ji sezakirinê de, binpêkirin û tewanên têvel û cûrbecûr berdewam dibin, û ta niha dûdan û lêpirsîna li ser wan binpêkirin û tewanan li Efrîna dagîrkirî ji aliyê Turkiyê ve tu hêvî jê tune ye.

03.03.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Miriyê bêsûc “Cemal Mihemed Hemo”.

– Xwendekarê birîndarkirî “Şiyar Ibrahîm Umer”.

– Topebarankirina Gundê “Soxanekê” – Çiyayê Lêlûn, êvara 29.02.2024. Z.

– Qutkirina darine zeytûnê yen “Isma’îl Misto” – Bajaroka “Kefirsefrê”.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-279-03-03-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye