Efrîn: Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî goşt li ser malbatên ziyandîtiyên erdhejê belav kir

.

Piştî ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir gelek proje li wê derê çêkirin ku yek ji wan jî belavkirina goşt li ser malbatên ziyandîtiyên erdhejê bû.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li bajarê Cindirêsê yê Efrînê, projeya Qurbanî ji bo Şehîdên Cindirêsê birêve bir, 200 beran û kavir serjêkirin û li ser malbatên ziyandîtiyên erdhejê yên Cindirêsê û welatiyên hejar ên wî bajarî belav kirin.

Berpirsê Alîkariyan ê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî ji Efrînê ji Rûdawê re got, wan goşt dane zêdetirî 2 hezar malbatên Cindirêsê, her malbatekê 2 kîlo goşt wergirtine.

Berpirsê Alîkariyan ê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî anî ziman, wê projeyên wan li Herêma Efrînê ji bo xizmetkirina xelkê berdewam bin.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir