EFRÎN - Cendirmeyên Tirkiyeyê gule li xelkê reşandin, kuştî û birîndar hene

.

 Cendirmeyên Tirkiyeyê li nêzîkî gundê Hemamê yê Cindirêsa Efrînê, gule li hinek welatiyên Sûriyeyê barandin.

Di encama gulebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, bûyerê şeva borî rû daye û van kesan dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Navê kesekî ku hatiye kuştin Mihemed Casim e û 28 salî ye lê navê yê din ne diyar e.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ve, li ser sînorê Tirkiye-Sûriye û bakur û rojavayê Kurdistanê 555 welatiyên sivîl ên Sûriyeyî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hatine kuştin.

Di nav wan 555 kesan de 103 zarok û 67 jin jî hene.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin