Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 7 kes revandin

.

Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 7 welatiyên Kurd ji gunekî Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa çekdar a navê “Feyleq El-Şam” duhî 8ê Cotmeha 2022an, 7 welatiyên Kurd ji gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrewa revandin.

Navên kesên hatine revandin: Hemze Ehmed Hesen, Hemo Silêman Gulexeyrî, Silêman Mihemed Gulexeyrî, Sîdo Elî Gulexeyrî, Mihemed Îbrahîm Gulexeyrî, Mehmûd Îbrahîm Gulexeyrî û Mistefa Mihemed Gulexeyrî.

Diyar kir jî, çekdaran kesên revandî birin girtîgeha li gundê Îska û li hember berdana wan, daxwaza fidyê dikin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

ÇAVKANÎ

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin