Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 6 kes revandin

.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, bi armanca standina fidyê ji wan, 6 kes revandin.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Polîsa Leşkerî roja 19/1/2022an 3 kes (Kemal Hebîb, Ehmed Hebîb û Idrîs Şeref) ji gundê Şadêrê revandin.

Diyar kir jî, çekdaran ew her kes bi tometa “leşkeriya neçar li cem YPGê kirine” tometbar kirin û piştî 300 – 500 Dolarê Amerîkî ji her yekî standin, ew roja roja 5/2/2022an berdan.

Wî jêderî got jî, çekdarên Feyleq El-Şamê kesek bi navê Mihyedîn Koco ji gundê Îska revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Heman jêderî da zanîn, grûpa Polîsa Leşkerî roja 27/1/2022an du kalemêr (Hesen Hemadê yê 75 salî û Ednan Îsmaîl Erebo yê 70 salî) revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

K24

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan