Efrîn | Çekdarên opozîsyona Sûriyê 15 kesên sivîl revandin

.

Li Efrînê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re, 15 kesên sivîl ji gundekî revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 1ê Mijdarê 2021ê 15 kesên sivîl ji gundê Memila yê navçeya Raco revandin.

Herwiha diyar kir, kesên hatine revandin bi tohmeta cuda ên nerast tên tometbarkirin û çekdar li berdana her yekî ji wan jî daxwaza 1520 Lîreyên Tirkî dikin.

Navên kesên hatine revandin Ehmed Xelîl Faris, Ehmed Mihemed Îbrahîm, Xelîl Osman, Şukrî Omer, Qadir Sebrî Faris, Selah Osman, Subhî Omer, Mihemd Husên Biko, Necîb Kurdî, Îbrahîm Osman Hesen, Selah Mihemed Elî, Mistefa Xelîl Îbrahîm, Ehmed Mihemed Betal û Zerdeşt Kemal Kurdî ne.

Di meha Cotmeha borî de jî nêzîkî 20 welatiyên gundê Memila ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin. Piştî ku çekdaran fidye ji wan standibûn, ew berda bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, komên çekdaran ji stendina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tohmetbar dikin.

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da