EFRÎN - Çekdar malên Êzidiyan dirûxînin

.

Çekdarên grûpa Feyleq el-Rehmanê li gundê Erşqîbarê yê Efrînê malên 2 niştecihên Kurd ên Êzidî rûxandin.

Çavkaniyeke ku ji bo sedemên ewlehiyê nexwest nasnameya wê were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, "Çekdaran malên her du kesên bi navê Omer Şemo Memo û Sebrî Hemo Nasir rûxandin."

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku heta niha amûrên rûxandinê li ser her du malan karê têkdanê dikin.

Çavkaniya taybet her wiha diyar kir ku welatiyê Kurd ê Êzidî Omer Şemo Memo yê 66 salî havîna sala 2020î di nav mala xwe de bi destê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê hatibû kuştin.

Sebrî Hemo Nasir jî li derveyî welat penaber e.

Li gorî heman çavkaniyê, heta niha gundî nizanin ku grûpên çekdar çima her du malan hildiweşînin û dê li şûna wan çi ava bikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle