Efrîn.. “1000 dolar bide û mala xwe vegerîne”

.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi Tirkiyê Efrîn dagîr kirine, baca hezar dolar li ser her kesê ku dixwaze xaniyê xwe yê dagirkirî vegerîne, ferz dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de belav kir, grûpa Sultan Silman Şah (Emşat) baca hezar dolar li 4 welatiyan û baca 500 dolar li 3 welatiyên gundê Mîrka yê li navçeya Mabeta ferz kirin ku berî demekê ji Helebê vegeriyabûn û malên xwe yên dagirkirî vegerandibûn.

Rêxistina Mafên Mirovan got jî, heman grûpa Emşat baca 40 hezar dolar li 72 welatiyên gundê Kaxirê yê Mabeta ferz kirin, ew jî bi bihaneya ku wan simaqa xwe bê wergirtina moletê çinîne.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê di Çileya 2018an de, zêdetir ji 300 hezar Kurdên Efrînê koçber bûn, çekdaran jî dest danîn ser piraniya xanî, mal û milkên koçberan û malbatên xwe û erebên ji navçeyên din tê de bicih kirin. Her kesê ku bixwaze vegere Efrînê û xaniyê xwe werbigire, baceke mezin lê tê ferzkirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle