EDÎRNE – Di barhilgirekê de 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan

.

 Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyê, di barhilgirekê de 4 koçberan ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe jidest dan.

Li gor zanyariyan, 4 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê bi armanca derbasî Yunanistanê bibin li dorseya barhilgira şofêrê wê M.B. ku ji Îzmirê diçû Selanikê siwar bûn.

Piştî demekê ku deng ji 4 koçberan nehat şofêrê barhilgirê tîmên tendirustiyê agahdar kirin. Di pişkînîna tîmên tendirustiyê de hat destnîşankirin ku ji ber bêhewabûnê 2 koçberan di dorseya barhilgirê de canê xwe jidest dane û 2 koçber jî ji ser xwe ve çûne.

Her du koçberên xerbilî ji aliyê tîmên tendirustiyê bo nexweşxaneyên dewletê yên Keşan û Îpsalayê hatin veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe jidest dan.

Şofêrê barhilgirê M.B. li Rêveberiya Ewlekariyê di îfadeya xwe de îdia kir ku koçber bê xebera wî li barhilgirê siwar bûne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Kesûkarên 2 ji wan ciwanan ji Rûdawê re gotin, her yek ji Egîd Ebas, ku ji gundê Kortepan yê Girkê Legê ye û Mihemed Şerîf Omer ji gundê Girhûk ê Girkê Legê ye û Fehed û Wail ku ew jî ji gundewarên Dêrikê ne, dixwestin bi qaçaxî biçin Yûnanistanê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle