Ebdulxaliq Talet: Heta PKK û hêzên din ên neyasayî li Şingalê bin aramî nabe

.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Talet radgihîne, heta çekdarên PKKê û hêzên din yên neyasayî ji Şingalê dernekevin, rewşa wê herêmê dê aloz bimîne.

Lîwa Ebdulxaliq Talet îro 29.05.2022yê ji K24ê re ragihand, “Êrîşên çekdarên DAIŞê li Kerkûk û naverasta Iraqê kêm nebûne. Çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregehên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û hin caran Pêşmerge dikin. Tevgerên DAIŞê kêm nebûne.”

Derbarê damezirandina 2 lîwanên hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî got: “Heta niha bi bihaneya pêkneanîna hikûmeta nû ya Iraqê, kar rawestiyane. Gelek kar hatine kirin û tenê mûçe ji bo wê hêza hevbeş nehatiye diyarkirin, her dema mûçe ji wan re were hatin rêkxistin, ew her du lîwa dê werin pêkanîn.”

Lîwa Ebdulxaliq Talet derbarê rewşa Şingalê de tekez kir: “Heta çekdarên PKKê û hêzên din yên neyasayî ji Şingalê dernekevin, rewaş wê aram nabe. Ji ber wê pêwîst e hikûmeta Iraqê rêkeftina Şingalê ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kiriye cibicî bike, ji bo rewşa Şingalê asayî bibe.”

K24

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê