Fermandarê Heşdî Şebiyê yê li Wezareta Parastinê ya Îraqê Ebdulrehman Cezayirî diyar kir ku Amerîkayê bi zelalî fermandarên Heşdî Şebî tehdîd kirine.
Ebdulrehman Cezayirî bû mêvanê Bultena Nîvroj a Rûdawê û li ser şerê Îran û Îsraîlê metirsiyên li ser Îraqê bersiv da pirsên Senger Ebdulrehman.
Serkirdeyê Heşdî Şebiyê eşkere kir ku Îraq bi zehmetî dikare xwe ji şerê Îranê û Îsraîlê dûr bigire û amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîkayê fermandarên Heşda Şebî tehdîd kirine.
"Bi Îranê re pêwendiyên stratejîk hene"
Ebdulrehman Cezayirî behsa pêwendiyên stratejîk ên Îran û Îraqê kir û wiha got:
“Du sedemên sereke hene ku Îraq beşek be ji rewşa niha, ya yekem ew pêwendiya stratejîk û kûr e ku li ser bingeha baweriyê di navbera Îraq û Îranê de heye.
Bi taybetî ji aliyê pêwendiyên dînî û civakî ve li herêmên Rojhilata Navîn û başûr, ji bilî bi hev ve girêdana erdnîgarî, sînorî û aborî ya ku heye.
Sedema duyem jî ew piştgiriya çarenûssaz a Komara Îslamî ya Îranê ye di şerê li dijî DAIŞê de pêşkêşî Îraqê kiriye, dema ku bi şêwirmend û çekan alîkariya me kir.
Ev her du sedem wisa dikin ku Îraq nikaribe di qada şer de bêalî bimîne."
“Bexda tenê zimanê dîplomasiyê bi kar tîne”
Cezayîrî amaje bi wê yekê jî kir ku bikaranîna asmanê Îraqê ji aliyê balafirên Îsraîlê ve ji bo êrişkirina ser Îranê, dilgiranî û bêzariyeke zêde li cem Îran û hêzên navxweyî yên Îraqê çêkiriye û got:
"Tevahiya asîmanê Îraqê li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî di bin kontrola Amerîkayê de ye. Ev jî binpêkirina eşkere ya serweriya Îraqê û yasayên navneteweyî ye.
Îraq ne xwediyê sîstema parastina asmanî ya pêşketî ye ji bo bersivdana balafirên dewleta Siyonîst, ne jî çekên pêwîst di destê Wezareta Parastinê de hene.
Ji ber vê yekê tenê karta di destê Hikûmeta Îraqê de zimanê dîplomasiyê ye. Em tenê dikarin bi rêya dîplomasiyê biaxivin."
Gefên zelal ên li ser Heşdî Şebiyê û daxwaza derxistina hêzên Amerîkayê ji Îraqê
Ebdulrehman Cezayirî di beşeke din a axaftina xwe de li xwe mikur hat ku Amerîkayê serkirdeyên Heşdî Şebiyê tehdîd kirine û got:
"Ez naveşêrim, xeter û gefeke zelal ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin ku eger Heşdî Şebî yan jî komên çekdar tevlî şer bibin dê ji aliyê balafirên Îsraîlê yan jî Amerîkayê ve bên armanckirin."
Wî fermandarê Heşdî Şebî eşkere kir ku baregehên Heşdî Şebiyê nayên parastin û asmanê Îraqê nayê kontrolkirin xeterî li ser fermandarên wan heye.
Serkirdeyê Heşdî Şebiyê her wiha tekez kir ku Eniya Parastina Îslamî ya Îraqê helwesta xwe ragihandiye û di daxuyaniya yekem de xwestiye ku Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bê girtin û baregehên leşkerî yên wan yekser bên valakirin û ji welat bên derxistin.
"Niyeta Eniya Parastina Îslamî ya Îraqê nîne ku bikeve nav şer"
Ebdulrehman Cezayirî behsa rola Mihemed Sûdanî jî kir û eşkere kir ku Îraq naxwaze bikeve nav wî şerî, lê dixwaze bi gotûbêj û diyalogê roleke erênî bilîze.
Fermandarê Heşdî Şebiyê behsa hêzên dewleta Îraqê kir û got:
“Li vir du hêz hene. Ya yekem, Heşdî Şebî girêdayî Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar e û divê pêbendî biryarên wê be û bêyî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar nikare tiştekî bike û ji bingehên xwe ve tevbigere.
Her çî komên çekdar in ku ji wan re Eniya Parastina Îslamî tê gotin ji aliyê baweriyê ve bi Îranê ve girêdayî ne.
Heta niha ti nîşan nîne ku ev dê êrişî baregehên Amerîkayê bikin an jî şer li Îraqê derxin û Îraq beşdarî wî şerî bibe.
Ya ku heye tenê tehdîd e, ti ragihandina fermî ya Eniya Parastina Îslamî ya Îraqê nîne ku tevlî nav şer bibe."