Ebdulhekîm Beşar: Divê em li Şamê daxwaza mafên gelê Kurd bikin, ne biratiya gelan

.

Ebdulhekîm Beşar derbarê serdana xwe ya ji bo Şamê û li ser pirsa egera hevdîtina bi Ehmed Şera re got: “Çûna min bo Şamê ne ji bo ku ev ez peymanan bi kesî re bikim. Rêjîmek ku gelek zulm û zor li Kurdan kir, li Şamê hat rûxandin û niha rêveberiyeke nû tê avakirin, divê jî em di nav de bin. Min li Şamê hevdîtin bi hemû hêzên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî re kir û nameyên me derbarê çawaniya çareseriya pirsa Kurd li Sûriyeyê gihîştin Ehmed Şera.”

Li ser pirsa yekrêziya Kurdî û hevdîtinên bi aliyên PYNK û HSDê re Ebdulhekîm Beşar got: “Bi rêya Amerîkî û Fransiyan re, pêwendî hene. Em wek ENKSê, em her yekrêziya Kurdî dixwazin. Bi çavdêriya Serok Barzanî 3 peyman çêbûn, lê bi ser neketin, niha dîsa em amade ne, lê mercên yekrêziyê ew e ku divê biryar ya Kurdên Sûriyeyê be û aliyê din xwe jî xwe ji PKKê biqetîne. Eger PKK belaya xwe ji me veke, ti pirsgirêkên me namînin.”

Herwiha got: “Ya baş ew e ku Kurdên Sûriyeyê bi şandeke yekgirtî biçin Şamê, lê divê ne girêdayî bi ti aliyekî be û daxwaza mafên gelê Kurd bike. Em ê gelekî memnûn bikin ku Mezlûm Ebdî ku van her du xalan qebûl bikin.”

Ebdulhekîm Beşar destnîşan kir: “Em nikarin bi PKKê re şandekê çêbikin û biçin Şamê. Ma dibe em biçin Şamê û bibêjin ku em biratiya gelan dixwazin û em mafên miletê Kurdan naxwazin? Em wek ENKS û hemû welatparêzên Kurd vê yekê qebûl nake. Ji aliyên din tê xwastin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”

K24

Amaje bi wê jî kir: “Dema em bi PKKê re şandekê çêbikin û biçin Şamê daxwaza mafên Kurdî nekin, ew tê wê wateyê ku em Kurdistana Sûriyeyê têk didin. Eger wiha bikin jî, dê dîrok lanetê li me bike.”

Ebdulhekîm Beşar derbarê hevdîtina xwe bi Serok Barzanî re got: “Serok Barzanî bi hîkmet e û xwedî ezmûn e, ew heq nade xwe ku bikeve nava hûrgiliyên pirsa Sûriyeyê. Ew ji me re dibêje, hûn Kurdên Sûriyeyê lihev bikin, çi li aliyê min bikeve, ez amade me alîkariya we bikim. Herwiha Serok Barzanî got ku ev îdareya nû ya li Sûriyeyê tiştên baş li ser Kurdan dibêje, hûn jî nekevin şaştiyan.”

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Tirkiye mafê ‘Reda Wîjdanî’ nas nake: ‘Mirina sivîl’
Trump ji Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand: ‘Spas ji bo piştgiriya te’
Fuad Husên: Eger Kurd dabeş bin, dê li Bexdayê miameleya bi wan re cuda be
Bafil Talebanî: Me hêzek ava kiriye ku li Rojhilata Navîn kes zora wê nabe