Ebbas Araqçî: Daxwaza aramiyê bêwate ye

.

 Wezîrê Derve yê Îranê, Ebbas Araqçî di peywendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê Brîtanî, David Lammy re, got: "Daxwaza xweragirtinê, bê wate ye." 

Di peywendiyeke telefonî de, Wezîrê Kaên Derve yê Îranê Ebbas Araqçî  û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy, rewşa dawî û êrişên Îsraîlê yên li ser axa Îranê gotûbêj kirin. Araqçî ji hevtayê xwe yê Brîtanî re ragihand ku Îranê dest bi bersivdana êrişên Îsraîlê yên li dijî reaktorên atomî û sazî û dezgehên xwe yên leşkerî kiriye.

Operasyona "Şêrê Raperî" û armancên wê

Di berbanga roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an de, aloziya di navbera Tehran û Tel Avîvê de derbasî qonaxeke nû û xeternak bû. Di vê çarçoveyê de, Îsraîlê bi zêdetirî 200 firokeyên şer, di operasyoneke bi navê "Şêrê Raperî" de, êrişî zêdetirî 200 armancên stratejîk ên di nav axa Îranê de kir.

Di êrişên xwe yên asmanî de, Îsraîlê navendên atomî yên Natanz, Fordo û Îsfehanê kirin armanc. Li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), ziyan gihîştiye van navendan. Medyaya Îranê jî ragihand ku di encama êrişan de şeş zanyarên atomî yên Îranî hatine kuştin.

Fermandarên payebilind ên Supaya Pasdaran hatin kuştin

Her li gorî medyaya Îranê, di heman êrişan de, Îsraîlê hejmarek ji fermandarên herî payebilind ên Supaya Pasdaran kuştine. Di nav kuştiyan de Serfermandarê Hêzên Çekdar Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî û herwiha Fermandarê Hêza Esmanî ya Supaya Pasdaran jî hene.

Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekgirtî jî ragihand, di encama êrişên Îsraîlê de bi giştî 78 kes hatine kuştin û 320 kesên din jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Sê biryarên girîng ji bo zimanê Kurdî li Almanya!
Brîtanya, alavên leşkerî û balafirên îlawe dişîne Rojhilata Navîn
Deriyê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê de careke din vebû
Îraqê hişyarî da Îranê: Berjewendiyên Amerîkayê meke armanc
Amerîka: Divê Îran hişyar be û bala xwe nede ser Amerîkayê