DYAyê Tirkiye ji "operasyona Sûriyeyê" hişyar kiriye

.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk ê Desteya Ewlehiyê yê Koşka Spî John Kirby gotiye, "Metirsiyên me yên kûr ên derbarê gefa operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê dewam dikin ku wê ev operasyon li bakurê Sûriyeyê aramiyê têk bibe, têkoşîna li dijî DAIŞê tê kirin û sivîlên li wir dijîn bixe xetereyê."

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk ê Desteya Ewlehiyê yê Koşka Spî John Kirby, ji bo operasyoneke leşkerî ya ku ihtimal heye Tirkiye li Sûriyeyê pêk bîne, hişyarî daye. 

Li gorî nûçeya Euronewsê; Kirby gotiye "Metirsiyên me yên kûr ên derbarê gefa operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê dewam dikin ku wê ev operasyon li bakurê Sûriyeyê aramiyê têk bibe, têkoşîna li dijî DAIŞê tê kirin û sivîlên li wir dijîn bixe xetereyê."

Kirby her weha dewam kiriye û gotiye, "Rêveberiya Serokê DYAye Joe Biden jî metirsiyên xwe yên derbarê vê mijarê de bi rayedarên tirk re parve kirine."

AFPyê du roj berê (23ê Tîrmehê) hin dîmen weşandibûn. Li gorî van dîmenan, leşkerên DYAyî li ser sînorê Tirkiyeyê, li bajarê El Qehtaniye û Qamişloyê çûne û hatine. Her weha li vir bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyane. 

 

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt