DYAyê dibêje îdiayên Soyluyî ne rast in

.

Wezareta Karên Derve ya DYAyê bersiva gotinên Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî yên têkildarî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê daye.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) bersiva gotinên Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî yên têkildarî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê daye. Soylûyî gotibû, “FETOyê bi piştgiriya DYAyê kir.”

Ned Price, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYAyê diyar kiriye û gotiye, “îdiayên neberpirsiyane û nerast yên weke vê û mîna vê yên DYA weke berpirsên bûyerên li Tirkiyeyê dide nişandan, bi hevkariya stratejik û hevpeymaniya Tirkiyeyê ya bi DYAyê û NATOyê re nagunce.

Berdevk Price, duh jî destnîşan kiribû ku ew wan protestoyên aştiyane yên ku li dijî tayînkirina rektor hatine destpêkirin, ji nêz ve dişopîne û weha gotibû,”Em ji bo girtina xwendekar û xwepêşanderên din bi endîşe ne.”

Soylû çi gotibû?

Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî tevlî bernameyekî Haber Globalê bibû û îdia kiribû, “Palpiştê 15ê Tîrmehê bi tene FETO nîne, DYA heye.”

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack