DYA: Osman Kavala serbest berdin

.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Prîce diyar kiriye ku mehkûmiyeta Osman Kavala ya di doza Geziyê de "Ew eciz kirine û hêviyên wan şikestine.”

Danişîna biryarê ya doza Geziyê duh(25ê Nîsanê) pêk hatibû. Dadgehê bi tohmeta ku hewl daye hikûmetê hilweşîne cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala û bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê li 7 mafparêzan birîbû û biryara girtina wan dabû. Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) bertek nîşanî biryara dadgehê daye.

Ned Price, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê daxuyaniyek nivîskî bi sernava “Mehkûmkirina Osman Kavala Ji Aliyê Tirkiyeyê ve” daye û te de gotiye, “mehkûmiyeta Osman Kavala ya di doza Geziyê de ‘Ew eciz kirine û hêviyên wan şikestine.’ Bi awayê ku neheq mehkûmkirina Kavala ji mafên mirovan , azadiyên bingehîn û serdestiya hiqûqê re ne guncaw e . "

Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku Osman Kavala û hemû kesên din ku bi rengekî kêfî girtî ne li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serbest berdin."

“Em bang li hikûmetê dikin ku dozên rêxistî yên siyasî bi dawî bike û rêz ji maf û azadiya hemû welatiyên Tirkiyeyê re bigire."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle