DYA li ser PKK/YPGê û tewrê Tirkiyê daxwuyanî da

.

Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken li Parîsê, pirsên rojnamevanan bersivand û li ser PKK/YPGê û tewrê Tirkiyê daxwuyanî da wan. Blinken got:

“Em endîşên Tirkiyê yên di derbarê PKKê de fêm dikin. Em li hemberê îhtîmaleka operasyonekî li hemberê PKKê ne. Tişta herî dawiyê ya ku em dixwazin li Sûriyê bibe şer e. Endîşeyên rewa yên hevkarê me yê Tirkiyê di derbarê PKKê de hene û em bi Tirkiyê re nêz dixebitin.”

Blinken got ku endîşên Tirkiyê di derbarê PKKê de hene lê tevgerekî nerast ya li Sûriyê dikare gelek tiştan tevlîhev bike û weha dewam kir:

“Tirkiye hevkar û ortaxê me ye û em bi hev re dixebitin. Ew jî di derbarê PKKê, terorê, pêvajoya demkî ya niha, wê çawa bi van pirsgirêkan re pêvajo bê dewam kirin da biserbikevin de, bi endîşene. Di nav wan de, bi wextê re wê biyaniyên di nav HSDê dagerin malên xwe, wê tevlî artêşa netewî ya Sûriyê bibin, zelalkirina pirsgirêka petrolê ya ku niha zelal nîne, destnîşankirina sînoran û pirsgirêkên din hene.

Ji van hemûyan re wext pêwiste. Tişta xerab niha eger şerekî bibe ku qet ne di berjewendiyên me de ye û yên li Sûriyê de ye û niha her tişt baş dimeşe. Ji bo tiştekî weha nebe, em gelek xebitîn. Em ê ji bo nebe, xebata xwe dewam bikin û ez bawerim wê rêvebiriya nû jî heman tiştê bike.”

Kurdistan Haberleri

Diakurd: 80 saliya Komara Kurdistanê pîroz be!
Li Hewlêrê civîna dîrokî: Serok Barzanî, Tom Barrack, Mezlûm Ebdî û ENKS civiyan
Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê: Em amadeyê her guhertinekê li Îranê de ne
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li mersûma nû ya Serokatiya Sûriyeyê dike
Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê Trump kir: Divê mafên Kurdan li Sûriyeyê werin mîsogerkirin