Dukandarên Bokanê û Mihabadê di salvegera qetilkirina Qasimlo de grev kirin

.

 Li gorî dîmenên ku ji aliyê çend saziyên mafên mirovan ve li ser tora civakî belav bûne, serê sibeha îro Pêncşemê dukandarên bazarên Bokanê û Mihabadê di 34emîn salvegera qetilkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo de dukanên xwe venekirin û grev kirin.

Li gorî daxuyaniya hejmarek saziyên sivîl, dukandarên bazarên Bokanê û Mehabadê ji bo 34emîn salvegera terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo bêyî ku ti partî yan jî saziyek daxwazê ji wan bike grev kirine.

Îro 34 sal bi ser terorkirina Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo re derbas dibe ku li bajarê Viyana ya paytexta Awûsturyayê di dema danûstanên bi nûnerên Komara Îslamî ya Îranê de hat terorkirin.

Dr. Ebdurehman Qasimlo ji sala 1971an heta dema ku di 13 Tîrmeha 1989an de şehîd bû, 18 salan kesê yekem ê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bû.

Ebdurehman Qasimlo li gundekî nêzîkî bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, li Urmiye, Tehran, Parîs û Pragê xwendiye û doktora di zanista aborî de wergirtibû.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’