Duhok – Di avahiyekî de teqîna gazê pêkhat û 5 kesan canê xwe ji dest dan

.

Şeva borî li taxa Girê Basê ya bajarê Duhokê ji ber tankerekî gazê ya li ser banê avahiyekî cîhê mayîna xwandekaran teqiya û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên BasNewsê û şahidên bûyerê ragehandine, teqîna şeva borî ya li Duhokê ji ber belavbûna gazê ya di nanpêjxaneyekî de pêkhatiye û polîsê berevaniya şaristaniya Duhokê ragehand, di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 kes jî birîndar bûne.

Herwaha li gor zanyariyan avahiya ku cîhê mayîna xwandekaran, ku tanka gazê li ser ban bû û ji ber wê jî hin qurbaniyên teqînê jî xwandevan in. herwaha ziyanên zêde yên darayî geheştiye hejmarek xanî û avahî û otomobîlên hemwelatiyan.

Ji aliyê din ve îro 22.11.2022yê bi merasîmekî amadebûna Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî, Wezîrê Perwerde Alan Heme Seîd, Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter û hejmarek berpirsên Hikûmeta Kurdistanê û kesûkarên qurbaniyan û xelkê Duhokê ve termê qurbanên wê teqînê li goristana Şaxkê tên veşartin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle