Duhok | Bi moşekên katyûşa êrîşî baregeha artêşa Tirk kirin

.

 Baregeha Tirkiyê ya li nêzîkî nehiyeya Zêlkan a qezaya Şêxanê rastî êrîşeke moşekî hat.

Hat ragihandin ku îşev 3yê Nîsanê bi  moşekên Katyuşa baregeha artêşa Tirkiyê ya li Zêlkanê hat armanckirin.

Rêveberê Nehiyeya Zêlkanê Mihemed Emîn ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku êrîş li demjimêr 20:00 li dijî baregeha Gudad li Zêlkanê pêk hatiye û 7 moşek li derdora baregehê ketine.

Hat diyarkirin ku moşek li cihên vala ketine û ti zirareke canî û madî çênebûye.

Baregeha Gudad a artêşa Tirkiyê dikeve sînorê qezaya Şêxanê ya parêzgeha Duhokê û bakurê çiyayê Başîkê.

Beriya niha jî çend caran baregehên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên moşekî hatibûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin