Du xwepêşanderên birîndar li Bokanê şehîd bûn

.

Du welatiyên din ên ên Rojhilatê Kurdistanê ku di xwepêşandanên bajarê Bokanê yê parêzgeha Urmiyê de bi guleyên hêzên emnî yên Îranê birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Navê yek ji wan kesan Awat Qadirpûr û yê din Îbrahîm Şerîfî ye.

Li gor zanyariyan, Awat Qadirpûr roja 18 Mijdara 2022an li xaleke pişkinînê li nêzî bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran ve hatibû gulebarankirin û bi giranî birîndar bibû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye, Awat Qadirpûr roja Çarşembê 30ê Mijdara 2022an piştî 12 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê canê xwe ji dest daye.

Her li got Hengawê, Îbrahîm Şerîfî yê 29 salî jî roja Sêşemê 29ê Mijdarê ji ber giraniya birînan li Nexweşxaneya Seyiduşuheda ya Urmiyê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan, Îbrahîm Şerîfî roja 17ê Mijdarê di xwepêşandekê de li bajarê Bokanê hatibû birîndarkirin.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve ku piştî bûyera canjidestdana keça Kurd a Seqizî Jîna (Mehsa) Emînî di 17ê Îlona 2022an de hatin destpêkirin, 120 kesan li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û ku 13 ji wan zarok in.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin