Gundê Elegezê li quntara Çiyayê Elegezê yê Ermenistanê ye û şêniyên vî gundî Kurdên Êzidî ne.
Li vî gundî dibistanek heye ku navê zanyarê navdar ê Kurd Şekroyê Xudo Mihoyî lê hatiye kirin.
Li Ermenistanê Kurdên Êzidî wekî neteweyeke cuda tên hejmartin.
Zarokên gundê Elegezê yên ku hemû bi heman zimanî diaxivin, hinek ji wan bi Kurdî û hinekên din jî bi navê "zimanê Êzidîkî" perwerdeyê dibînin.
Kurdî bi latînî, “Êzidîkî” bi kîrîlî
Gerînendeyê Dibistana Elegezê Rêzo Mahmudov li ser vê dabeşbûnê dibêje:
"Ez çaxê şagird bûme, hingê zimanê Kurdî hebûye. Hetanî Sovyet belav bû jî, dîsa hebû. Îca van axiriya hinek pirs çêbûn nav miletî de.
Bûne du zimana. Nav gundê me Elegezê de hem zimanê Êzdikî derbas dibin bi xwestina zara, cimeetê, dewlet jî îznê dide; hem jî zimanî Kurdî. Her du zimanê jî derbaa dibin."
Rûdaw: Kitêbên wan cuda ne, an eynî ne?
Rêzo Mahmudov: Erê cuda ye, cuda ye. Nivî bi herfê Kîrîlî tê nivîsarê, nîvî jî bi herfê Latinî."
Rûdaw: Kîjan latinî ye, kîjan kîrîlî?
Rêzo Mahmudov: "Kurdî ya Latinî ye, zimanê Êzdîkî ya Kîrîlî ye."
Li pola 7an dersa zimanê Kurdî heye. Mamoste Çîçek amadehiya şagirtan a karê malê kontrol dike.
Şagirt agahiyên ku fonetîka zimanê Kurdî fêr bûne rave dikin.
Mamosteya Zimanê Kurdî Çîçek Mihoyan li ser dersên wan dibêje:
"Îro dersa zimanê Kurdî, rêziman bû. Zarokan gişk şirove kirin. Roja înê jî edebiyata Kurdî ye."
Li Ermenistanê li nêzîkî 20 gundên Kurdan perwerdeya giştî bi zimanê Ermenî ye.
Lê ji serdema Yekîtiya Sovyetê ve zimanê dayîkê jî fêrî şagirtên Kurd tê kirin.
Piştî serxwebûna Ermenistanê, di hefteyê de du saet: Dersek rêzimana Kurdî û dersek jî edebiyata Kurdî; her wiha dersek rêzimana Êzidîkî û dersek edebiyata Êzidîkî tê dayîn.
Ev ne dersên vebijêrkî ne, di mifredata fermî ya Wezareta Perwerdeyê de cih digirin.
Mamoste Çîçek Mihoyan wiha pê de diçe:
"Paşê wê derbas bin Mem û Zîn. Di pola 9an de derbasî Derwêşê Evdî dibin. Ew jî çar saet derbas dibe.
Çimkî sê-çar saet zar gişk rind hîn bin. Em paşê cara duda, sisiya biwekilînin. Paşê, pey wiya destnivîsarê (kompozîsyon) bidin."
Dibistana bi navê Şekroyê Xudo
Li Dibistana Elegezê bi giştî 85 şagirt dixwînin û hemû Kurdên Êzidî ne.
Şeş mamoste şêniyên gund bi xwe ne û mamosteyên Ermenî jî ji derve tên.
Bingeha Dibistana Elegezê sala 1939an hatiye danîn.
Ji sala 2009an ve navê zanayê navdar ê Kurd Şekroyê Xudo lê hatiye kirin ku wî bi xwe jî li vê dibistanê xwendiye û paşê lê bûye mamoste.
Gora Şekroyê Xudo li jora gundê Elegezê ye, mîna ku çavên wî her tim li ser Dibistana Elegezê bin.