Du dozên nû li Emîne Şenyaşarê vekirine

.

Derbarê Emîne Şenyaşarê de 2 dozên nû hatine vekirin. Malbata Şenyaşar 690 roj in nobeta xwe ya edaletê didomîne.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê 690 roj in dewam dike.

Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatiye pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirine. Emîne Şenyaşar bi teblîgatê hatiye agahdarkirin ku di meha destpêkê a salê de 2 dozên nû lê hatine vekirin.

Ji roja destpêka Nobeta Edaletê heta niha 10 doz li Emîne Şenyaşarê hatine vekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezpotamyayê Nîhat Şahîn, yek ji parêzerê malbatê ye û daye zanîn ku ji roja destpêkirina têkoşîna edaletê heta niha derbarê Emîne Şenyaşarê de 31 dosya hatine vekirin û wiha gotiye: “Ji van dosyayan di 28an de lêpirsîn hate kirin. Di halê hazir de 10 doz hene. Emîne Şenyaşar ne tenê rastî tundiya polîsan tê, di heman demê de tundiya darazê lê tê kirin. Qêrîn û hewarên Emîne Şenyaşarê vediguherin dozan. Hemû gotinên dikevin ber azadiya xweîfadekirinê weke doz derdikevin pêşiya me.”

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt