Du derhênerên Kurd li Ewropayê hatin xelatkirin

.

 Fîlma derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl a bi navê “Cîran” di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê de xelata herî bilind, “Xelata A Brixton Tale Cineuropa” wergirt. Derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Şewket Emîn Kurkî jî di festîvalê de hêjayî "Xelata Jûriyê" hat dîtin.

Du derhênerên Kurd Mano Xelîl û Şewket Emîn Kurkî di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê de ku di navbera 11-19ê Adara 2022an de li Belcîkayê hat lidarxistin, hatin xelatkirin.

Derhênerê Rojavayî Mano Halîl ku li Swîsreyê dijî, bi fîlma xwe ya bi navê Cîran ku têde behsa bûyerên li Rojavayê Kurdistanê yên di salên 1980'î de dike, xelata herî mezin a festîvalê "Xelata A Brixton Tale Cineuropa" wergirt.

Fîlm di heman demê de "Xelata Citizen's Outlook" jî wergirt.

Derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Şewket Emîn Kurkî jî bi fîlma xwe ya bi navê “Ezmûn” hêjayî xelata Jûriyê hat dîtin.

Di festîvalê de xelata baştirîn senaryo jî pêşkêşî Stefan Arsenijevic ê ji Sirbistanê, xelata lîstikvana herî baş pêşkêşî Sophie Breyer a ji Belcîkayê hat kirin û Aurélie Saada ji Fransayê jî xelata temaşevanan a bajarê Monsê wergirt.

Mano Xeîl û fîlma Cîran

Filima Cîran a Mano Xelîl behsa êşa 50 salî ya Kurdan li Sûriyê dike, êşa înkarkirin, çewsandin, derkirin, penaberîkirin, tunekirina xewnên asayî yê mirovan e.

Fîlma Mano Xelîl a bi navê Cîran, behsa zarokekî 7 salî dike ku bi xewnên xweş li gundê xwe yê li ser sînor diçe dibistanê, lê mamostayê wî yê ji Şamê bi kiryar û helwestên xwe yên nijadperestî xewnên wî tune bike. Mano dixwaze, bi kurtî ji cîhanê re bêje, Kurd li Sûriyê di serdema rejîma Beis de çawa dijîn, çi hat serê wan.

Fîlma "Cîran" a Mano Xelîl herwiha di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gangneungê ku Kanûna bihorî li Koreya Başûr hat lidarxistin "Xelata Fîlma Herî Baş" wergirt.

Mano Xelîl xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û sala 1964an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, lê demeke dirêje li Siwêsrayê dijî. Mano Xelîl, yek ji navdartirîn derhênerên Swîsreyê ye û heta niha çendîn fîlmên wî di festîvalên navnetewî de hatine xelatkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Balyozxaneya Amerîkayê paşeroja hêzên xwe yên li Iraqê eşkere kir
SANA dê dest bi weşana bi Kurdî bike
Koalîsyon û eşîr civiyan: 'Yekane çareserî nenavendîtî ye'
Amerîka Sûriyeyeke çawa dixwaze?
Pirtûka nu ya Eskerê Boyîk: Rêya jiyana min