DTSO tablet li 120 xwedendekarên dersa Kurdî hilbijartine belav kirin

.

DTSO’yê jî piştgirî da kampanyaya dersên hilbijarte yên Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî û îro di merasîmekê de, tablet li 120 xwendekarên ku dersên Kurdî hilbijartine û bi Kurdî çîrok nivîsandine, belav kirin.

Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya di merasîmê de axivî û diyar kir ku divê bikaranîna zimanê zikmakî di her qadê de bê pêşxistin û perwerdeya bi zimanê zikmakî di nava şert û mercên bingehîn de ye.

Mehmet Kaya anî ziman ku ew dersên bijarte yên Kurdî gelekî bi nirx dibînin û got ku divê tayînkirina mamosteyên Kurdî di zûtirîn demê de bê kirin.

Her wiha Serokê DTSO'yê bang li sazî, dezgeh û kompanyayan kir ku ew jî piştgiriyê bidin hilmetên ji bo zimanê Kurdî tên kirin.

Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî ji sala 2012an ve di nava pergala Wezareta Perwedeyê ya Tirkiyê de cih digire û bo polê 5, 6, 7 û 8ê tê dayîn.

Lê sala borî 2021-2022an helmeteke berfireh ji bo hilbijartina waneya bijare ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji aliyê gelek partî, rêxistin û çînên civakê ve hatibû destpêkirin û 20 hezar û 265 xwendekaran zimanê Kurdî wek zimanê bijarde xwastin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye