Dronên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê du êriş pêk anîn

.

 Li gundê Xana Serê li nêzîkî Dêrika Rojavayê Kurdistanê, droneke Tirkiyê du otomobîl kirin armanc. Herwiha droneke Tirkiyê mala welatiyekî li Til Rifatê j’ bombebaran kir.

Serê sibeha Îro Sêşemê 28ê Hezîran 2022yan droneke Tirkiyê li gundê Xana Serê yê nêzîkî bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê, saet derdora 04.00 du otombîl armanc kirin.

Li gor agahiyên destpêkê birîndarên wê bûyerê hene.

Li gor çavkaniyên xwecihî, yek ji otombîlan a kesekî sivîl e. Birîndarên burdomanê jî bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Du ji wan ji bo nexweşxaneyên Qamişlo hatine veguhastin.

Droneke Tirkiyê mala welatiyekî li Til Rifatê bombebaran kir

Her îro serê sibehê firokeyeke bê pîlot a Tirkiyê mala welatiyekî li bajarê Til Rifetê yê herêma Şehbayê bombebaran kir.

Li gor çavkaniyên xwecehî, di êrîşê de tu ziyanên canî çênebûn, lê hat diyarkirin ku xaniyê bûye armanca êrişê xisareke mezin lê bûye.

Ev di demekê de ye ku 27ê Hezîranê tevgera firokeyên bê pîlot ên Tirkiyê li esmanê bajarê Til Rifet û herêma Şehbayê zêde bû.

Kurdistan Haberleri

Dewleta Îranê di 8 mehan de 800 kesan îdam kir
Iraq û Amerîka pirsa hinardekirina petrolê nîqaş dikin
Nûxşe Nasih: Agir berdewam dike û me ji parêzgeha Silêmaniyê alîkarî xwest
Li ber Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin
Pervîn Chakar dê perwerdeya masterclassê bide: Serlêdanan dest pê kir