Dronên Tirkiyê 3 saziyên enerjiyên yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

.

Dronên Tirkiyê ji serê sibehê ve 3 saziyên giring ên enerjiyê li Rojavayê Kurdistanê armanc dikin.

Jêderekî taybet ji bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihand, droneyên Tirkiyê ji serê sibehê ve li asmanê Qamişlo digerin û 3 saziyên gaz û petrolê yên di navbera Qamişlo û Dêrikê de armanc kirin.

Diyar kir jî, dronên Tirkiyê derdora kêlgeha petrolê ya El-Ûde ya li gundewarê bajarokê Tirbesipiyê, Kêlgeha petrolê ya li nêzîkî Çilaxa û benzînxaneya gundê El-Suweydiyê ya gundewarê Dêrikê kirine armanc.

Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve, di encama êrîşên dronên Tirkiyê de hejmarek kes birîndar bûne.

Di heman demê de hejmarek topên Hawinê yên Tirkiyê li gundên Amûdê û gundê Hîmo yê li rojavayê Qamişlo ketin, lê ziyanên canî çênebûn.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, Tirkiyê derdora zîndana Çirkîn a li Qamişlo ya ku bi hezaran endamên DAIŞê tê de ne, bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên wî jêderê K24ê, droneke Tirkiyê xaleke pişkinînê ya hevbeş ya HSD û hêzên Rûsyayê li derdora Tel Temirê kir armanc û di encamê de şervanekî HSDê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Duhî jî dronên Tirkiyê baregeheke leşkerî ya HSDê li li rojavayê Til Temrê armanc kir û di encamê de şervanekî HSDê hat kuştin û hejmarek şervanî birîndar bûn.

Ji şeva 19/20ê vê mehê ve, artêşa Tirkiyê bi dron û firokeyên şer êrişî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike, di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin û binesaziyê û hejmarek ji navendên giştî hatine wêrankirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin