Dronekê xwe bi malekê de teqand

.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku danê êvarê droneke bombebarkirî xwe bi avahiyekê de teqand.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser êrişa dronî ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê berpirsyarê rawestandina êrişan dibîne.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:

“Tevî şermezarkirina vê êrişa li dijî welatiyên Kurdistanê, em Hikûmeta Federal a Îraqê berpirsyarê rawestandina hewldanên komên neqanûnî dibînin.”

Dije Terora Kurdistanê jî li ser êrişa dronî daxuyaniyek da û anî ziman:

“Li gorî zanyariyan, îro danê êvarê demjimêr 18:05an droneke bombebarkirî li bajarê Hewlêrê xwe bi avahiyeke sivîlan de teqand. Bi xweşhalî ziyanên zanî çênebûne.”

Heta niha ne diyar e kê ew êriş pêk aniye lê grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ku xwe wek Berxwedana Îslamî didin nasîn, berpirsatiya çend êrişên li ser baregehên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê girt ser xwe.

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe