Droneke Tirkiyeyê radyoya “Kobanî FM” bombebaran kir

.

Droneke Tirkiyeyê lihevkirina agirbestê binpê kir û radyoya Kobanê FM bombebaran kir.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyeyê îro 18ê Berçile li Girê Berkel ê başûrê Kobanê stasyona weşanê ya radyoya Kobanê FM bombebaran kir. 

Amaje bi wê jî kir, di encamê de alavên stasyonê şewitîn, bêyî ku ti ziyanên canî hebin.

Da zanîn jî, ev êrîş binpêkirina agirbesta ku bi navbênkariya Amerîkayê hatiye kirin, ku nîvê şeva Sêşemê/Çarşemê, di navbera HSD ji aliyekê ve, û hêz û grûpên alîgirên Tirkiyê de pêk hatibû.

Ji aliyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, di encama bersivdana êrişên çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li dijî Bendava Tişrînê ya li başûrê bajarê Kobanê de, 37 çekdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê