Droneke Tirkiyeyê otomobîlek bombebaran kir: 4 kesan canê xwe ji dest da

.

 Droneke Tirkiyeyê li gundewarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bombebaran kir.

Di bomberanê de 4 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku droneke Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê otomobîleke Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Kesek ji wan fermandar e

SOHRê da zanîn ku di êrişê de yek jê fermandar 4 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Herwiha SOHRê diyar kir kesê ku bomberbaranê de birîndar bûye li nexweşxaneyê ye. 

Li gorî agahiyan,  navê fermandarê ku canê xwe ji dest daye Eymen Çolî ye.

Eymen Çolî fermandarekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê ye.

Kurdistan Haberleri

YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê
Fly Erbil: Rojane geştên me yên Tirkiye û Ewropayê hene
Xalid Îbrahîm: Ji bo vegera koçberan planeke me heye