Droneke Tirkiyê li Pênciwênê otomobîleke PKKê kir armanc

.

Li sînorê navçeya Pêncwên ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve otomobîlek hat bombebaran kirin û li gor agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023yan saet derdora 19:00ê bi dronan li nêzîkî gundê Wiryayê yê ser bi navçeya Pêncwên a Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin.

Li gor agahiyan, tê gotin ku ew otomobîl li Çiyayê Şêx Hesen li pişt gundên Wiryawa û Kanî Mîran bûye armanc û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dana û kesekî din jî birîndar bûye.

Ji aliyê din ve bijîşkê li Nexweşxaneya Pêncwên Dr. Xalid Ebdullah ji Rûdawê re got, "Ti kuştî û birîndar bo nexweşxaneyê nehatine.”

Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Rûdaw bidest xistine beriya banga êwarê dron li ser gundên Kanî Mîran, Wiryayê û Salyawayê firiyane û piştî saet 07:00 otomobîlek kirine armanc û du kesên di nav otomobîlê de canê xwse ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

Peyamnêrê Rûdawê got: “Otomobîl bi temamî têk çûye û  çend caran hatiye bombekirin. Otomobîl pêşî li gundê Kanî Mîran hate bombekirin, lê ti ziyan lê nebûye û piştre li gundê Wiryayê hate bombekirin û têk çûye. Ji bo demekê kes nedikarî biçe cihê bûyerê, ji ber ku balafira bêmirov tim difiriyan.”

Agahî nîşan didin ku otomobîl a  PKKê bûye û ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Gundên bûyer lê qewimîn e derdora 30 kîlometran ji navenda navçeya Pêncwên dûr in.

Derbarê êrişê de heta niha di derbarê êrişê de ti daxuyaniyek ji aliyên ve fermî nehatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’