Dronekê otomobîlek li qezaya Şarbajêr bombebaran kir

.

 Dronekê otomobîlek li qezaya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir, Dije Terora Kurdistanê ragihand, di êrîşê de du çekdarên PKKê hatine kuştin.

Qeymeqamê Şarbajêr Şaho Osman ji K24ê re got, berî bîstekê dronekê otomobîlek li ser pira Şêxel Marênê yê nêzîkî nahiya Zelan a ser bi qezaya Şarbajêrê ve bombebaran kir.

Qeymeqamê Şarbajêr amaje bi wê yekê, li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene û tîmên tendirustiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 14:35an de droneke artêşa Tirkiyê li nahiya Zelan a ser bi navçeya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc, di encamê de du çekdarên PKKê hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin