Dr. Şaxewan Abdullah biryara Rakan Cibûrî ya ji kar avêtina 47 karmendên kurd betal kir

.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah biryara parêzgarê Kerkûkê yê desteserkirî Rakan Seîd ya ji kar dûrxistina 47 karmendên kurd ji şaredariyê betal kir.

Piştî ku roja 2.3.2023ê parêzgarê desteserkirî yê Kerkûkê Rakan Seîd bi nameya jimare (5506) hewl da 47 karmendên kurd ji karûbarê şaredariya Kerkûkê ji kar dûr bixe û dawî li karê wan bîne.  Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah di nameyekê de ji Wezareta Avakirinê ya hikûmeta federal re ferman da ku xizmeta xwe berdewam bike.

Bi vî awayî, bi biryara Cîgirê Serokê Parlamentoyê, ew 47 karmendên kurd li cihê xwe dimînin û xizmeta welatiyên Kerkûkê dikin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye