Dr.Mihemed Salih: Eger PKKê rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bicîh anîban rewşa Rojava bi vî rengî nedibû

.

Siyasetmedarekî kurd dibêje, eger PKK û PYDê rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bicîh anîban rewşa Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî nedibû.

Siyasetmedarê kurd dr. Mihemed Salih Cumhe li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re axivî û got, niha tehdîdek mezin li ser Rojavayê Kurdistanê heye û Tirkiye dixwaze dîsa êrişî wê herêmê bike û dagîr bike. Helbet PKK li hember vê rewşê berpirsiyar e.

Dr. Mihemed Salih Cumhe her wiha got, PKK û hemawazên wê li wî parçeyê Kurdistanê xizmeta gelê kurd nakin û ti kes jî qebûl nakin. Kî bi wan re nebe, qebûl nakin ji ber ku tenê xwe dibînin û ji bilî xwe ti kesekî din qebûl nakin.

Li ser hewlên Serok Barzanî bo yekrêziya kurdan li Rojavayê Kurdistanê jî wî siyasetmedarê kurd got, Serok Barzanî û PDK her dem siyasetek rast meşandine û xizmeta kurdiniyê kirine lê PKK û yên girêdayî wê, kurdiniyê naxwazin û guh nadin ti kesî. Kar û reftarên PKKê bûn sebeb ku Tirkiye deverên mîna Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê dagîr bike, niha jî dixwaze deverên din dagîr bike.

Bi gotina wî siyasetmedarê kurd, PKK bi her kesî re rûdinê û hevdîtin dike lê bi hêz û aliyên kurdî re nake. Divê PKK li xwe vegere. Ew xizmeta dijminan dikin. Heta niha gelek caran êrişî ofîs û baregehên partiyên din kirine û xelkê digirin û direvînin. Bi rêjîma Sûriyê re rûdinên. Qendîl çi bêje li Sûriyê tê bicîhanîn. Ev jî bûye sebeb ku kurd rastî ziyanên mezin bên.  Ew bûne sebeb ku kurd li Sûriyê lawaz bibin û her carê jî deverek bikeve destê Tirkiyê.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin