Dozgerî di îdianameyê de gotiye, peyva “Mamoste”, "nasnav e"

.

Ji bo Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Alî Yalçinkayayî bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” îdianameyek hate amadekirin. Îdîaname ji 48 rûpelan pêk hatiye û Yalçinkaya ji ber xebatên komeleyê tê tawankirin.

Dadgehê, îdîanameya ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ji bo Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re a Egeyê (EGE – TUHAYDER) Nîlay Guleser û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê Alî Yalçinkayayî amade kiriye, qebûl kir.

Guleser û Yalçinkaya di 28ê Çiriya Paşiyê ya 2023yan de li Îzmîrê hatin desteserkirin û di 1ê Kanûna Pêşiyê de hatin girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha 18an a Cezayê Giran a Îzmîrê îdianameya ji 48 rûpelan pêk hatiye pejirand.

Li gorî îdianameyê, Yalçinkaya û Guleser tê tohmetkirin ku “endamên rêxistinê ne” û behsa xebatên Yalçinkayayî yên derbarê zimanê kurdî de hatiye kirin.

Karên kursa kurdî weke sûc hatiye nîşandan

Di beşeke mezin a îdianameyê de dozgerî behsa karên kurdî û hevdîtinên Yalçinkayayî yên bi beşdarên kursan re kirine, hene. Polîsan şeş mehan li telefona Yalçinkayayî guhdar kiriye û peyva “mamoste” ya beşdarên kursan ji Yalçinkayayê re gotine, weke “nasnavê rêxistin” penase kiriye.

Her weha dersên kurdî yên Yalçinkayayî dane, weke “xebatên li ser navê rêxistinê, “propagandaya rêxistinê” hatine penasekirin.

Yalçinkaya wê cara pêşiyê de 18ê Kanûna Paşiyê ya 2014an de, Guleser jî wê cara pêşiyê di 19ê Adara 2024an de bê dadgehkirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin