Dozger ji bo 6 rojnamegeran cezayê girtîgehê xwestiye

.

Di danişîna doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de dozger ji bo 6 rojnamegeran cezayê girtîgehê xwestiye. Di dozê de 7 rojnameger tên dadgehkirin.

Di danişîna doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de dozger ji bo 6 rojnamegeran cezayê girtîgehê xwestiye. 

Danişîna doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHKê hatibû girtin li 23em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku Çaglayanê ye pêk hatiye. di dozê 7 rojnameger tên darizandin.

Rojnameger beşdarî danişînê nebûne û tenê parêzerên wan Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç di danişînê de amade bûne. 

Dozger di danişînê de nêrîna xwe pêşkêşî dadgehê kiriye û xwestiye rojnameger Reyhan Hacioglu, Hicran Urun, Mehmet Alî Çelebî, Pinar Tarlak, Îshak Yasûl û Îhsan Yaşar bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ye”, “propagandaye rêxistinê kiriye” û “belavkirin û çapkirina weşanên rêxistinê çap û belav kiriye” bên cezakirin.

Dozger derbarê Mizgîn Fendîka ku belavkara rojanmeyê de jî beraet xwestiye. 

 Parêzer jî axivîne û ji bo parastina li dijî nêrîna dozgerî daxwaza dema zêde kirine. Dadger daxwaza parêzeran qebûl kiriye û danişînê taloqî 14ê Hezîranê kiriye. 

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN