Doza qurbaniyên çekê kîmyayî yên Kurdistanê digehe Kongireya Salane ya Rêkxistina Qedexekirina Çekê Kîmyayî

.

 Nûnerên Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê doza qurbaniyên çekê kîmyayî yên Kurdistanê digehînin Gera 28ê ya Kongireya Salane ya Welatên Endamên Rêkxistina Qedexekirina Çekê Kîmyayî (OPCW) li Lahayî ya Holendayê.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye, şandeke Herêma Kurdistanê ku ji Birêveberê Monomenta Enfalê li Çemçemalê Habîl Hacî Ehmed û Nûnerê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Ebdulbasit Ebdulcebar pêk hatiye tevlî Kongireya Salane ya Rêkxistina Qedexekirina Çekê Kîmyayî (OPCW) li Lahayî ya Holendayê bû ku dê ji bo dema pênc rojan berdewam be.

Habîl Hacî Ehmed ragehand ku bi rêya Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî wê kongireyê bûne û bizavê dikin azar û derdeseriyên gelê Kurd bigehînin welatên cîhanê.

Herwesa got, “Ji derve yê hola kongireyê, wan koçka taybet a Herêma Kurdistanê vekiriye û gelek çavkanî û kitêb û belgenameyên giring bi zimanên biyanî li ser jenosîdên gelê Kurd tê de berçav kirine”.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ