Doza kuştina malbata Dedeogullarî taloq bû

.

Li parêzgeha Konyayê di dadgeha doza malbata Dedeogullari de di navbera polîsan û malbatê de pevçûn çê bû.

Li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê, danişîna doza kuştina Malbata Dedeogullari ya ku li navçeya Meram a Konyayê pêk hatibû, bi amadebûna hejmareke zêde ji parêzer û serokên baroyên Bakurê Kurdistanê birêve çû.

Li gor agahiyan, di rûniştina îro ya doza malbata Dedeogullari de, destpêkê piştî ku kesê tohmetbar Mehmet Altun red kir ku wî endamên malbatê kuştibe, xizm û parêzerên malbatê nerazîbûn nîşan dane û di navbera wan û tohmetbar de alozî derketiye, piştre polîsan destwerdan kirine û parêzerên malbatê û yên kesê tohmetbar jî pev çûne.

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Tîrmeha 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin.

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Di dozê de destpêkê 13 kes hatibûn girtin û di nav demê de 12 jê hatin berdan û tenê kujerê serekî Mehmet Altun girtî ye. Yekemîn rûniştina doza "Komkujiya Konyayê" 14ê Kanûna 2021ê li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hate dîtin. Di dozê de kujer Mehmet Altun jî di nav de 11 kes tên darizandin.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin