Doza gora Şêx Seîd û hevalên wî 25ê Nîsanê tê dîtin

.

 Doza ku ji aliyê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê ve ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hatibû vekirin, 25ê Nîsana 2023ê tê dîtin.

Komeleya Şêx Seîd, li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê nivîsiye: “Doza ku ji aliyê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê ve ji bo eşkerekirine cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê li dijî Wezareta Navxwe hatibû vekirin, dê 25ê Nîsanê li Enqerê birêve biçe.”

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Doza ku li ser navê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê ji bo eşkerekirine cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê li dijî Wezareta Navxwe hatibû vekirin, 25ê Nîsanê ye. Kurdên ku 98 sal in li pêy cihê gorê ne, ji bo vê yekê neçar hatine hiştin ku tekoşîneke hiqûqî bikin…”

Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925an de li Amedê hatibûn darvekirin, di 15ê Sibata 2022an de serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabûn. Lê wezaretê bersiva serlêdanê nedabû. Piştî vê 15ê Nîsana 2022an serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê dabûn. 

Dadgehê serlêdan qebûl kir û ji Wezareta Navxwe daxwaz kir “kopyayên erêkirî yên hemû belge û zanyariyên derbarê cihê gora Şêx Seîd” de bo dadgehê bên şandin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’