Dorpêça li ser Herêma Kurdistanê berdewam dike

.

Selam Ebdulla

Hikûmeta Iraqê hewlên xwe yên ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê didomîne. Em hemû dizanin ku budçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê bûne navenda nakokiyan ku hikûmeta Bexdayê mehane piştî ku ev mafê destûrî neşandiye, serî li hincet û astengiyên cûrbecûr dide û hincetên nû diafirîne ku armanc ew e ku – bi awayekî bernameyî – xelkê Herêma Kurdistanê birçî bike.

Niha hikûmet bi vê yekê tenê ne sekinye ku rengên cuda mûçeyan dereng bişiyênê, lê belê niha berxwedanên xwe dikê da ku muçeyên heşt mihên bê yên Herêmê bi temamî nedê, bi wê hincetê ku hemû mafên herêmê ji budceyê jêre hatine şandin û ti para wê li cem hikûmeta Federal nemaye ( ku em bi tenê jê re dibêjin Federal) ev yek jî ti bingeheke wê ya yasayî û lojîkî nîne.

Niha hikûmet ne tenê li dijî Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî ye, lê di heman demê de serî li rêbazek nû daye, ew jî sepandina cezayan li ser berhemên Herêma Kurdistanê ye û rê li ber wan digire ku biçin navend û başûrê Iraqê, Wekî ku tê zanîn, herêm û sektora giştî bi serkeftî siyaseteke pêşxistina hilberîna navxweyî meşandine, ku ev yek bûye sedema ku hilberîna navxweyî ne tenê ji hêla herêmê bi xwe ve were parvekirin, lê di heman demê de heta radeyekê berhemên xwe ji welatên cuda re jî hinarde dike.

Ew tiştê ku niha tê dîtin ev e ku li şûna ku hikûmeta Iraqê piştgirîya Herêma Kurdistanê bike, berhemên xwe ji welatên cîran hêsantir û erzantir hinardeyî bajarên cuda yên navend û başûrê Iraqê dike. Herêm û hikûmeta Iraqê bi xwe jî dê sûdê jê werbigirin, lê ew bi her awayî astengiyan li pêşiya vê pêvajoyê datîne û nahêle ku ev berhem biçin bajarên din ên Iraqê, Di heman demê de, ew nimûneyên van berheman bi pereyek pir zêdetir ji welatên cîran dikire, ku barê vê kiryara neheq dikeve ser milê gelê belengaz ê Iraqê, ku zirarê dide gel û hikûmeta Iraqê bi xwe .

Kurdistan Haberleri

Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir
Neviyê Şêx Seîd: Pirsgirêka Kurdan a herî mezin, nebûna yekîtiyê ye
Îran: Divê Amerîka û Îsraîl wek destpêkerên şer bên naskirin û qerebûyê bidin
Amerîkayê axaftina rayedarên Îranî bi dest xist: 'Wêraniya li tesîsan kêmtir e'
GEVER - Ji ber ku leşkerî nekirine li birayên astengdar ceza hat birîn