Donald Trump ji bo Newrozê peyamek belav kir: Newroz Pîroz

.

Serokê Amerîkayê ji bo Newrozê peyamek belav û got, "Li ser navê Amerîkayê, ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejneke dilşad pêşkêş dikim. Newroz Pîroz!"

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo kesên ku li Amerîka û cîhanê Newroz pîroz dikin peyamekê pîrozbahiyê belav kir.

Trump bal kişand ser wê yekê ku Newroz kevneşopiyeke kevnar a sembola nûbûn û hêviyê ye û wiha got:

"Ez silavên xwe yên germ ji hemû kesên ku Newrozê li Amerîka û li çaraliyê cîhanê pîroz dikin re pêşkêş dikim.

Ev kevneşopiya ku hatiye pîrozkirin, derfetê dide ku em li ser pîroziyên sala borî bifikirin û bi hêviyek nû pêşwaziya bihara nêzîk bikin.

Li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejneke dilşad pêşkêş dikim."

Trump di dawiya peyama xwe de bi Kurdî nivîsî: “Newroz Piroz (Nowruz Pirouz)”.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle