“Don Kîxot”ê Şanoya Bajêr a Amedê wê li çendîn bajaran bigere

.

Lîstika “Don Kîxot”î wê li Kadikoy, Kartal, Ataşehîr, Esenyûrt û Avcilarê û li Kocaeliyê û Çanakkaleyê were lîstin.

Şanoya Bajêr a Amedê wê lîstika xwe ya şanoyê ya bi navê “Don Kîxot”î di nava meha Gulanê de, li çendîn bajaran bigerîne.

Şanoya Bajêr a Amedê wê “Don Kîxot”î destpêkê li Stenbolê li pênc navçeyan nîşan bide. Paşê jî wê li Kocaelî û Çanakkaleyê derkeve ser dikê.

 

Derbarê lîstika “Don Kîxot”î de

Ji ber romana “Don Kîxot” a Miguel de Cervantesî hatiye girtin. Ferhad Feqî derhênerê lîstikê ye û Dilawer Zeraqî wergera metnê kiriye. 

Lîstikvanên Şanoya Bajêr Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Elvan Koçerî, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz wê di lîstikê de dilîzin

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin